Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê "Saziya Malbatên Şehîdan" bi mebesta nirxandinên rewşa siyasî ya li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê û herwiha şermezarkirina komkujiya li Parîsê civînek li dar xistin.
Li navçeya Şera ya Efrînê "Saziya Malbatên Şehîdan", bi armanca nirxandina rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê civînek pêk hat. Herwiha komkujiya Parîsê di civînê de hate şermezarikirin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.
Endamê "Saziya Malbatê Şehîdan" Hesen Efrinî bal kışand li ser şer û pevçûnên li Sûriyeyê û wiha axivî: "Gelê Sûriyeyê nema êdî çareserkirina nîvco qebûl dike. Gelê Rojavayê Kurdistan jî nema ji mafên xwe gav şûnde navêje û destkeftiyên gelê Kurd bi xwîna şehîdên me hatiye bi dest xistin. Komkujiya Parîsê jî nîşan da ka hêzên tarî çawa li dijî gelê kurd pîlangeriya xwe dewam dikin."
Piştre dayikên ku zarokên wan di têkoşîna rizgariya netewî de jiyana xwe ji dest dayî axivîn qetilkirina siyestemederên Kurd ên jin Sakina Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez bi tûndî şermezar kirin.