Li Efrînê derbê dixwin, li zindanan zilmê dikin
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, li pêş çavên rêveberiyê êrîş li girtiyên siyasî hate kirin.
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, li pêş çavên rêveberiyê êrîş li girtiyên siyasî hate kirin.
Li girtîgehên Tirkiyeyê zext û zordariya li girtiyên siyasî tê kirin didome. Dewleta Tirk her ku li Efrînê derbê dixwe, hê bêhtir zilmê li girtiyan dike.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn û qala şîdeta psîkolojîk û fîzîkî ya li wan tê kirin kirin. girtiya bi navê Esma Başkale (Avşîn) ku sê sal in girtî ye bi dayika xwe re axivî û diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi rêya girtiyên edlî êrîşî wan kirine û gelek kes ji ber êrîşê bi giranî birîndar bûne.
'JIYANA ME EWLE NÎNE'
Başkale bi berdewamî got, "Dema ku em rakirin nexweşxaneyê, girtiyên edlî êrîşî me kirin. Serê hevalên me şikandin. Dest û serê wan xwîn bûn. Zexteke giran li me dikin. Vê êrîşê ji çapemeniyê re ragihînin, ji ber ku girtiyên edlî yên li vê derê ji ber operasyona Efrînê li dijî me tên sorkirin û bi rêya wan êrîşî me dikin. Ji me re dibêjin, 'Hûn li Efrînê hene, em jî li vir hene'. Leşker û gardiyan li wir bûn, lê dest li wan wernedan. Jiyana me ewle nîne."
Xwişka Başkale Emel Başkale jî got, "Her hefte bi awayekî din mafên mirovan tê binpêkirin" û xwest, zextên li xwişka wê û girtiyên din ên siyasî tên kirin bi dawî bibin.