Li Efrînê 13 çete hatin kuştin
Li Efrînê 13 çete hatin kuştin
Li Efrînê 13 çete hatin kuştin
Di pevçûnên li derdora gundên Qestel Cindo û Meryemîn ên Efrînê ku di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên Dewleta Îalamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) qewimîbûn 13 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro saet di 19.00’an de komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) êrîşî bendên YPG’ê ya li gundê Qestel Cindo ya Efrînê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv dan û pevçûn derketin. Çavkaniyên YPG’ê destnîşan kirin ku di encama peçûnan de 11 êrîşkar hatine kuştin.
Êrîşa komên çete piştî ku hêzên YPG’ê di pevçûnên li derdora gundê Meryemîn a navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê 2 endamên DAIŞ’ê kuştine pêk hat. Bi vî awayî kuştiyên komên çekdar ên DAIŞ’ê ku di pevçûnên vê êvarê de hatine kuştin derkete 13’an. Pevçûnên li herêmê cih bi cih hîn didome.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro saet di 16.30’ an komên çekdar ên DAIŞ’ê li gundê Meryemîn ê navçaya Şêrawa ya Efrînê êrîş pêk anîn. Hate hînbûn ku di pevçûnan de 2 endamên DAIŞê hatine kuştin û hin jî birîdar bûne. Hate gotin ku li herêmê cih bi cih pevçûn didome.