Li Edeneyê şerê zarokan bi xwîn dawî bû: 3 mirin, 3 jî birîndar bûn

Li Edeneyê şerê zarokan bi xwîn dawî bû: 3 mirin, 3 jî birîndar bûn

Li Edeneyê di navbera 2 malbatan de şerê zarokan derket, piştî şer berfire bû veguherî şerê çekdarî, di encamê de 3 kes mirin û 3 jî birîndar bûn. Di derbarê bûyerê de yek jê jîn 4 kes hatin binçavkirin.

 Li gorî agahiyên bi dest ketine îro li nevçeya Edeneyê Seyhanê li taxa  Kuçukdîkîlî Çinarê bûyer pêk hatiye. Hat zanîn ku ji berî niha ji gengeşe dinav bera malbata Orgen û Batûr wan de hebû û niha jî ji ber nîqaşên zarokên 8 salî de şer derketiye. Şer di navbera malbatan de vegûherî şerê kêran û çekan. Di pevçûnê de 6 kes ji cihên cuda birîndar bûn. Ji aliyê welatiyan ve hatin şandina nexweşxaneyên derdor. Birîndarên ku birîna  wan giran Kadir Orgen (20) Yuksel Yeter (27) û Metîn Batûr(30) li rexmê li rexmê  hemû destwerdan jiyana xwe ji dest dan.

3’ê kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn ji bo otopsiyê rakirin li Murga Tiba Edliya  Edeneyê. Birîndarên din tedewiya wan li nexweşxaneyê didome. Polîsên ku di derbarê bûyerê de lêpirsînê didin meşandin di derbarê bûyerê de yek jê jin 4 kes kirin binçavan.