Li Edeneyê polîsan zarokek birîndar kir
Li Edeneyê polîsan zarokek birîndar kir
Li Edeneyê polîsan zarokek birîndar kir
Li Edeneyê ciwanên bi armanca rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin rastî mudaxeleya polîsan a bi guleyên rast hat. Di encama gulebarana polîsan de zarokê bi navê M.A. ê 16 salî ji piyê xwe birîndar bû.
Li Duryana Karasu ya taxa Daglioglu ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê şevê din komekî ciwanan bi armanca rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin cem hev û çalakî li dar xistin. Ciwana ji Kolana Bahçelîevler ber bi Qereqola Polîsan a Şehîd Mehmet Alî Aslan ve meş li dar xist. Hate îdîakirin ku, koma meş fîşekên hewayî û motof avêtin qereqolê û polîsan bi guleyên rastî êrîşî komê kir. Di dema êrîşê de zarokê bi navê M.A. yê 16 salî ji piyê xwe birîndar bû. M.A. ê birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Balcali ya Zanîngeha Çukurovayê. Hate hînbûn ku, dermankirina M.A. berdewam dike.