Li Edeneyê polîsan êrîşî malbata şehîd kir

Polîsan li Edeneyê girtin ser mala malbata Korkmaz a ku li Gulbahçeyê dijîn û êrîşî gelek kesan kir. Serdar Korkmaz hate girtin.

Erhan Korkmaz (Serhildan Birîndar) ê ku di 2’ê Mijdara 2014’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî şehîd bûbû, polîsan girte ser mala wan a li Gulbahçeya Edeneyê.

Polîsan girtin ser mala Nîhat, Mûstafa, Fatîh û pismamên wan Ramazan û Serdar.

Polîsan li endamên malbatê dan û piştre hemû malbat destgîr kirin. Polîsan şîddet li Besna Korkmaz jî kirin. Korkmaz a ku kefa destê wê teqiya, tevî endamên din ên malbatê diçin nexweşxaneyê.

Endamên malbatê piştre hatin destgîrkirin û ew sewqî dadgehê hate kirin. Serdar Korkmaz hate girtin û malbat li edliyeyê ye.