Li Edeneyê hunermendên Kurd hatin destgîrkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî de li Edeneyê hunermend Îlyas Arzû û Jiyan Savci hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve dihate birêvebirin de li ser malên hunermendên Kurd Îlyas Arzû û Jiyan Savci operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin. Her wiha polîsan di lêgerîna malê de dest danî ser meteryalên dijîtal û hinek pirtûkan.

Li gel lêgerîna li malê polîsan avête ser Navenda Dem Muzîkê jî. Piştî lêgerînê hunermend Arzû û Savci hatin destgîrkirin û birin Şaxa Siyasî ya Midûryeta Emniyetê ya Edeneyê.

Biryara veşatiyê li ser dosyaya lêpirsînê hate danîn.