Li Edeneyê girtin, li Enqereyê binçavkirin
Li Edeneyê 3 kes hatin girtin, li Enqereyê jî di dema çalakiyê de 5 kes bi lêdarên hatin binçavkirin.
Li Edeneyê 3 kes hatin girtin, li Enqereyê jî di dema çalakiyê de 5 kes bi lêdarên hatin binçavkirin.
Li Edeneyê, 22'ê Tîrmeha 2015'an li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhan a Edeneyê, endamê Partiya Hur Dava (koma ser bi Hîzbûllahê ve) Ethem Turkben ji aliyê kes an jî kesên nenas ve hatibû kuştin. Di çarçoveya lêpirsînê de welatiyên bi navê Sedat Gonen, Ferdîn Alp û Rûbar Emen bi îdîaya 'kiryarên bûyerê ne' hatin binçavkirin.
Her sê kes bi heman hincetê hatin girtin.
ENQERE
Çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” a ku ji aliyê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ve hat destpêkirin ji aliyê piştevanên wan ve di roja 380’emîn de dom kir. Çalakiya greva birçîbûnê ya Gulmen û Ozakça jî 260 roj li pey xwe hişt. Çalakvanên ku piştevaniya Gulmen û Ozakça dikin xwestin li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin çapemeniyê
Polîsan nehiştin daxuyanî were dayin û êrîşî girseya gel kirin. Polîsan pankarta bi nivîsa "Roja 260. a greva birçîbûnê, karê Nûriye û Semîl lê vegerîn" çirandin û 5 kes binçav kirin.
Dervîş Lermî, Îlker Işik, Sûltan Aydogdû, Sîmge Aksan û Ozgur Kara bi lêdanê hatin binçavkirin.