Li Edeneyê dayikan dest bi grevê kirin

Li Edeneyê dayikên girtiyan li dijî tecrîdê di grevê de ne, dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.

Li Edeneyê dayikên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne bi boneya piştevaniyê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Dayik li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Seyhanê ketin greva birçîbûnê û daxuyanî dan. Dayikan êlekên wêneyê Leyla Guven li serê ne li xwe kirin û pankart daliqandin.

Parlamenterên HDP’ê yên Edeneyê Tulay Hatîmogûllari û Kemal Pekoz, rêveberên HDP, DBP, HDK, TUAYDER û gellek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Birayê Bayram Demîrhan ê ji 5’ê çile ve li Girtîgeha Mêrdînê di greva birçîbûnê de ye endamê Meclîsa DBP’ê Erol Demîrhan di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ji îro pê ve rewş xeterdar bûye û wê ew jî li qadan bin. Demîrhan ji bo qebûlkirina daxwaza girtiyan bang li hikumeta AKP’ê kir ku demildest daxwaza girtiyên azadiyê bicih bînin.

Dayika Ahmetcan Bahadir ê ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye Sabriye Bahadir jî got: “Ez dizanim ev derd tenê ne derdê min e. Ev însan ji ber tiştek vala canê xwe feda nakin. Ez bang li mirovan, Wezareta Dadê û dewletê dikim. Destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û destekê bidin. Bila tecrîd rabe û zarokên me bijîn. Bila cenaze ji zîndanan dernekevin. Tiştek ji destê me nayê. Ez bang li gel dikim moralê xwe xera nekin, em ê bi ser bikevin.”

Piştî axaftinên malbatan dayikan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Malbatên wêneyên zarokên xwe hildan xwestin demildest tecrîe bê rakirin. Ciwanên ku malbatan ziyaret kirin li gel hev stranan gotin. Serdana ji bo çalakiyê didome. Dayikan bang li her kesî kirin ku li derdora têkoşîna wan bibin xelek.

Çalakî wê heta roja yekşemê dewam bike.