Li Edeneyê belavokên 27’ê Mijdarê hatin belavkirin
Înîsyatîfa Gel a Demokratîk ya Edeneyê têkildarî 40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê 27’ê Mijdarê li taxan belavok belavkirin û bang li gel kir ku dora PKK’ê bikin xeleq.
Înîsyatîfa Gel a Demokratîk ya Edeneyê têkildarî 40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê 27’ê Mijdarê li taxan belavok belavkirin û bang li gel kir ku dora PKK’ê bikin xeleq.
Înîsyatîfa Gel a Demokratîk ya Edeneyê ji bo 40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê 27’ê Mijdarê li taxên ku welatiyên Kurd lê dijîn belavok belav kirin.
Di belavokê de 27’ê Mijdarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla, gelê Kurd û hemû gelên bindest tê pîrozkirin û wiha tê gotin; “Di pêvajoya dawî komploya navnetewî bi konsepta Şerê 3’emîn ê Cîhanê li Rojhilata Navîn û Kurdsitanê yê hêzên hegemon bi xelata li dijî kadroyên pêşeng ên PKK’ê re dewam dike. Ji bo rawestandina vê komployê divê serî de ciwan, jin û gelê me û hêzên demokartîk bi şîara PKK gel e li vir e bibe xeleq. Em banga şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û hilweşîna faşîzmê û li azadkirina Kurdistanê li hemû kesê dikin. Bijî PKK.”