Li Edeneyê 25 xwendekar hatin berdan

Li Edeneyê 25 xwendekar hatin berdan

Xwendekarên welatparêz û demokrat yên li der barê komkujiya Roboskê li Zanîngeha Çukurovayê belavok belav kirin  hatibûn binçavkirin û ji 26 xwendekarên hatibûn binçavkirin 25 heb hatin berdan. Xwendekarek jî bi hinceta ‘biryara girtina’ wî heye nehat berdan.

Di 24’ê Kanûnê de xwendekarên li Zanîngeha Çukurovayê der barê komkujiyê Roboskê de belavok belakvirin û rastî êrîşa komên ulkucu hatin.

Polîsan 26 xwendekarên kurd û sosyalîst hatin binçavkirin. Bi sedan xwendekar ji bo ku heval bên berdan li ber Midûriyeta Polîsan çalakî pêk anîn.

Serokê BDP’ Edenê Ugur Bayrak, rêveberên BDP’ê, serokê TUHA-DER a Edenê Mehmet Akar, serokê ÎHD’a Edenê Şahîn Kiliç û SYKP’ê piştgirî da wan.

Di saetên zû yên sibehê de ji 26 xwendekaran 25 heb piştî îfadeyên wan hatin berdan. Xwendekarek jî nehat berdan.  Xwendekarên Zanîngeha Çukurovayê saet di 12.30’an de dê binçavkirinan protesto bike.