Li Edeneyê 25 ji xwendekarên binçavkirî, hatin berdan
Li Edeneyê 25 ji xwendekarên binçavkirî, hatin berdan
Li Edeneyê 25 ji xwendekarên binçavkirî, hatin berdan
Ji 26 xwendekarên piştî êrîşa nîjadperestan a li hemberî xwendekarên welatparêz û demokrat ên der heqê komkujiya Roboskî de li Zanînge Çûkûrovayê belavok belavkirin hatin binçavkirin, 25 jê piştî kar û barên îfadeyê îro serbest hatin berdan. Xwendekaran jî bi hinceta "der heqê wî de biryara zevtkirin heye" nehat berdan.
Di 24'ê Kanûnê de xwendekarên Kurd û sosyalîst li nava kampusa Zanîngeha Çûkûrovayê xwestin der barê komkujiya Roboskî de belavokan belav bikin, lê belê rastî êrîşa komeke nîjadperest hatibûn.
Li dû êrîşê polîsan dest li bûyerê werdan û di şûna êrîşkaran de 26 xwendekarên Kurd û sosyalîst kirin binçavan. Bi armanca serbestberdana hevalên xwe yên li Muduriyeta Emniyetê ya Edeneyê bi sedan xwendekaran, heta ber destê sibê çalakî lidar xistin.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê Ûgûr Bayrak, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, Serokê TUHA-DER Şaxê Edeneyê Mehmet Akar, Serokê ÎHD'ê Şaxê Edeneyê Şahîn Kiliç û SYKP'yiyan piştgirî dan xwendekaran. Xwendekaran li parka kêleka emniyetê agir dadan û li ber agir heta serê sibê li benda hevalên xwe sekinîn.
Ji 26 xwendekarên binçavkirî, piştî îfadeya li Muduriyeta Emniyetê 25 jê serê sibê hatin berdan. Lê belê xwendekarekî navê wî nehat zanîn bi hinceta "der heqê wî de biryara zevtkirinê heye" li emniyetê tê ragirtin. Xwendekar wê li kampusa Zanîngeha Çûkûrovayê saet di 12:30 de êrîşê û operasyona binçavkirinê protesto bikin.