Li Edenê operasyona "Gezî"
Li Edenê operasyona "Gezî"
Li Edenê operasyona "Gezî"
Li Tirkiyê, operasyonên ji ber piştgirîdayina berxwedana Geziyê dewam dikin. Piştî ku duh li Hatayê 32 kes hatin binçavkirin, îro li Edenê serdegirtinên malan hebûn.
Polîsan îro danê sibê saet di 05.00 de avêt ser hin navnîşanan û bi hinceta tevlî çalakiyên piştgirîdayîna bexwedana Gezî bûne, herî kêm 4 kes kirin binçavan.
Navên kesên hatine binçavkirin weha ye: Endamên SYKP Mehmet Ayan û Orhan Çakir, Serokê ODP'ê yê Navçeyê Ûtkû Îpek, endamê SDP'ê Ahmet Cem Demîr.
Hat ragihandin ku polîsan avêtin ser mala endamê SGD'ê Hasan Kaplo, lê ji ber ne li malê bû, xwe negihandine wî.