Li Edene ji bo şervana YPG’ê Atîlla konê sersaxiyê hat vedan

Li Edene ji bo şervana YPG’ê Atîlla konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo şervana YPG’ê Ceylan Atîlla ya li Rojava jiyana xwe ji dest da, li Edeneyê konê sersaxiyê hat vedan. Bi sedan welatî çûn serdana konê sersaxiyê.

Ji bo şervana YPG'ê Ceylan Atîlla ya di nav refên YPG'ê de li Rojava jiyana xwe ji dest da, li Taxa Daglioglu ya navçeya Seyhan a Edeneyê duh konê sersaxiyê hat vedan. Welatiyên ku di nav wan de endam û rêveberên BDP'ê, MEYA-DER, TUHA-DER, KURDÎ-DER, DOKH, Meclîsa Dayikên Aştiyê û Meclîsa Ciwanên BDP'yî hebûn li ber Nûnertiya Taxa Gulbahçe hatin gel hevdu û bi meşeke girseyî çûn serdana teziyeyê. Girseya wêneyên, Ceylan Atîlla, Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK'ê û KCK'ê hilgirtibûn li ser Caddeya Kibris meşiyan. Girseyê bênavber dirûşmayên, "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo"  û "Bijî berxwedana Rojava" qîriyan.
'EV ŞEHÎDA TEVAYÎ GELÊ KURD E'
Girse piştî meşê ku gihişt konê sersaxiyê, destpêkê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqiqeyeke rêzgirtin pêk anîn. Berdevkê MEYA-DER ê Edeneyê Murat Turgay, got, "Şehîda me timî bi me re ye. Wan ji bo ziman û çanda me ya hatiye înkarkirin sînga xwe dan ber tank, top û gulleyan." Piştî axaftina Turgay Serokê Rêxistina Edeneyê ya BDP'ê Ugur Bayrak jî axaftineke kurt kir û diyar kir ew li pey kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane venagerin." Dapîra şervana YPG’ê Atîlla Fatma Kaya jî got, "Ev şehîda tevayî gelê kurd e."
Piştî axaftinan welatiyan sersaxî ji malbatê re xwestin.