Li Edene, Îzmîr û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

Li Edene, Îzmîr û Stenbolê ji ber operasyonên qirkirina siyasî gelek kes hatin binçavkirin. Gelek ji binçavkiriyan zarok in.

Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP-MHP'ê yên li dijî gelê Kurd û mûxalîfên Tirkiyeyî dewam dikin. Operasyon beriya Newrozê zêde bûn.

EDENE: Li Edeneyê, polîsên tîmên taybet bi desteka helîkopteran avêtin ser gelek malan û 47 kes binçav kirin ku di nav de jin û zarok jî hene. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Edeneyê.

İZMİR: Li navenda bajarê İzmirê û navçeyên Seferihisar, Menemen, Bergama, Dikili, Aliağa û Çeşmeyê bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" 36 kes hatin binçavkirin. Piştî kontrola tenduristiyê binçavkirî birin Midûriyeta Şaxê TEM'ê ya İzmirê. Navê çend ji binçavkiriyan: Yakup İrlan, Kemal Tutar, Jiyan Özer, Gülistan Özer, Şehmuz Özer, Şükran Özer, Halis Saka yê 70 salî ku nexweşiya şekir pê re ye û Hakan Saka, Serkan Saka, kalp ve şeker hastası 60 yaşındaki Cesim Adıgüzel û Cemal Güneş, Emine Özer, Halil Karakaya, Zafer Kılınç, Bünyamin Adıyaman, Saim Kalın.

STENBOL: Li Stenbolê di serdegirtina şevê din de Ferhat Kaplan, Yunsu Altın, Cemal Kümicen û Barış Orhan ê emrê wî nebûye 18 hatin binçavkirin.