Li DYA’yê 2,5 milyon zarok bê malin

Li DYA’yê 2,5 milyon zarok bê malin

Li gorî lêkolîneke ku li DYA’yê hate weşandin,  xizanî, kirê û kêmasiya polîtîkayên dewletê yên civakî bi mîlyonan zarokî bê mal dihêle. Li Amerîkayê ji sedî 3’ê zarokan bê malin û  di dîroka welat de rêjeya herî bilind ya zarokên bê mal tê jiyîn.

Li gorî lêkolîna ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînê ya Amerîkayê (AIR) hatiye kirin tê gotin ku di 2013’an de 2,5 mîlyon zarok li derve jiyana xwe derbas kirine. Di lêkolînê de hat gotin ku ji ser 30 zarokî yek bê male û ev rêje giştiye rekorê.

Di lêkolînê de hat gotin ku ev di encama xizanî û kirêya zêde dertê holê û di lêkolînê de balkişandin ser rewşa eyaletên Minnesota, Nebraska, Massachusetts, Iowa û New Jersey. 

Sedema vê krîza boriyê ya sala 2008-2009’an û newekheviya boriyê ya li welat hat nîşandan.  Hat gotin ku sedemên din jî eve ku hejmara kesên ku tena serê xwe zarokan mezin dikin zêde dibe û şîdeta nava malê zêde bûye.

Li lêkolînê de hat gotin ku polîtîkayên der barê xizan û bê malan de li DYA’yê di salên dawî de erênî bûye lê zêdetir li ser gazî û kesên mezin yên li kolanan dijîn disekinin. Di lêkolînê de hat gotin ku polîtîkayên dewletê di mijara zorokan de kêm dimînin.

Nûnerên Navenda Piştevaniya Malbatên Bêmal re Carmela DeCandîa got  ev hejmara zarokan fikaran zêde dibe û got zarok ji nedîtîve tên.