Li Dusseldorfê komkujiya Parîsê hate protestokirin

Li Dusseldorfê komkujiya Parîsê hate protestokirin

Kurdên komkujiya di 9’ê çileyê de li Parîsê pêk hat şermezar dikin, li Duseldorfê li ber seferatxaneya Frsanyê çalakiya protestoyî pêk anîn.

Çalakiyên di çarçoveya ‘Em edeletê dixwazin de’ a li  hemberî seferatxaneyên Fransayê vê hefteyê jî li Dusseldorfê pêk hat. Her çarşemê çalakî pêk tên û vê hefteyê jî gelek kes tevli çalakiyan bûn.

Di  çalakiya protestoyî de ji bo agahdarkirina gel belavok hatin belavkirin û srokê komelaya Dusseldorfê Eser Bakî der barê mijarê de daxuyani,yek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ew ji bo Komkujiy Parîsê  edeletê dixwazin û hate gotin ku bila bûyer bê ronîkirin.

Çalakiya îro saet di 11.00’an de dest pê kir ligel hewaya sar zû bi dawî bû