Li Dusseldorfê çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’
Li Dusseldorfê çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’
Li Dusseldorfê çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’
Li bajarê Dusseldorf a Almanyayê ji bo ku kujerên her sê siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yê di 9’ê Çile de li Fransayê hatin kuştin bê dîtin çalakiya em edeletê dixwazin pêk hat. Çalakiya her çarşêm li Dusseldorfê pêk tê vê hefteyê jî pêk hat.
Di çalakiyê de danezan hat xwendin û der barê komkujiya Parîsê de agahdarî hat kirin. Dostên kurdan yên Yewnan jî tevli çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’ bûn. Li vir di axaftinên hatin kirin de dostekî kurdan yên Yewnanî axivî û got: “Em dizanin ku di têkoşîna 30 salî ya kurdan de çi hat kişandin. Gelê kurd ancax bi têkoşîna xwe digihêje edeletê.
Yekitiya Ewropayê her tim li hemberî gelan polîtîkaya du ru dimeşîne û têkoşîna gelan dê azadiyê bîne. Ez edeletê dixwazim, ji Kurdistanê re azadiyê dixwazim.”