Li Dusseldorfê bi dehezaran kes dimeşin
Li Dusseldorfê bi dehezaran kes dimeşin
Li Dusseldorfê bi dehezaran kes dimeşin
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi armanca piştevaniya ji bo Kobanê û Şengalê meşa ku hatibû organîzekirin nêzî dehezaran kesî tevlî bûn.
Bi dehezaran kesên ji Elmanya, Belçîka û Hollandayê hatin vê sibehê li perava çemê Rheîn a Dusseldorfê li qada Kaîser-Wîlhelm hatin cem hev.
Meşa ku bi banga nêzî 30 organîzasyonan hate lidarxistin ji saet 12.00’an destpê kir. Çalakger wê li ber meclîsa Eyaleta Rheîn Vestfalya a Bakur mîtîngekê pêk bînin.
Li gel Kurd û dostên Kurdan, Elewî, Êzîdî, Misliman û Xiristiyan, Ermenî, Tirk, Elman û Keldanî jî tevlî meşê bûn.