Li Dûîsbûrgê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê şehîdên meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li Dûîsbûrgê bi pêşengiya NCDK û Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd şehîdên meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê NCDK-Dûîsbûrg Şahîn Çelebî ve hate kirin.

Nûnerê KOMAW Îhsan Gedîk di merasîmê de axivî û wiha got; “Di meha Gulanê de bi dehan  kadroyên tevgera şoreşger ya Tirkiyeyê û ji tevgera azadiya Kurdistan şehîd bûn. Di vê mehê de em pêşengên şoreşê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan, Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Eşref Aynik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner û gelek şehîdên mê yên din bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînin.”

Merasîm piştî axaftinan bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.