Li Draguignan’da pîrozbahiya 15’ê Tebaxê

Li Draguignan’da pîrozbahiya 15’ê Tebaxê

Li bajarê Draguîgnan a Fransayê  bi wesîleya pêngava 15’ê Tebaxê civînek hat lidarxistin.

Civîna li kurdên herêma Draguîgnan tevlibûn de, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Pitşî li ser wateya 15’ê Tebaxê  axaftin hatin kirin. Di axaftinên hatin kirin de 15’ê Tebaxê bo kurdan dîroke û di serî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelê kurd pîroz be. Di axaftinan de êrîşê komên çeteyan ya li Rojava hatin şermezar kirin û berxwedana gelê Rojava hat silav kirin. Di axaftinan de bang hat kirin ku ji bo pêvajoya aştiyê biserbikeve divê bi hêzeke mezin tevli bibin.

Civîn bi dirûşmeyan dawî bû.