Li Dortmûndê konferansa YXK'ê pêk hat

Xwendekarên Kurdistanî û yên enternasyonalîst îro li Dortmûndê hatin gel hev û konferansa navbera salê ya Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) lidar xistin.

Xwendekara di Konferansê de ev peyam dan: “Erka me ew e ku em şereşa mirovahiyê li tevahiya cîhanê bidin naskirin. Ji bo Efrînê divê her roj em li qadan dengê xwe bilind bikin.”

Yekîitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) îro li bajarê Elmanya Dortmûndê li hev civiya û konferansa xwe ya navbera salê pêk anî. Xwendekarên YXK'ê li Navenda Civaka Kurd a Dortmûndê li hev civiyan û konferansa xwe diyarî şervana YPJ'ê Avesta Xabûr ku di 27'ê Çileyê de li Efrînê çalakiya fedayî pêk anî, kirin. Ji bilî xwendekarên Kurdistanî, xwendekarên enternasyolîst jî beşdarî konferansê bûn.

Konferans ji bo şehîdên berxwedana Efrînê û şoreşgerên cîhanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştî wê jî pêşketinên siyasî hatin nirxandin. Di nirxandinan de xwendekaran bal kişan ser berxwedana Efrînê û gotin: “Şervanên YPG, YPJ û QSD'ê ne tenê ji bo gelê Efrînê li hember faşîzma dewleta Tirkiyê şer dikin, her wiha ji bo rûmeta mirovahiyê şer dikin. Weke xwendekarên Kurdistanî jî erka me ew e ku em vî şer û berxwedana mirovahiyê li tevahiya cîhanê bidin naskirin.“

Konferansê paşê bi nirxandinên xebatên YXK'ê berdewam kir, ji bo kongreya meha Gulanê komîteya amadekar hate avakirin.

Konferans bi plansazî û nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.