Li Dortmûndê bîranîna Mereşê

Li Dortmûndê bîranîna Mereşê

Li bajarê Almanyayê Dortmûndê qurbaniyên di komkujiya Mereşê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.

Li Dortmûndê û derdora wê Navenda Çandê a Ewlewiyan (DAKME) bi navê “di sala 35. de Komkujiya Mereşê ji bîr neke” panelek lidar xist.

Piştî rêzgirtinê, Hevserokê DAKME Mûstafa Aslan axivî û diyar kir ku rêya pêşîgirtina li komkujiyan bi rêxistinbûyînê pêkane.

Niviskar Ezîz Tunç ê ku pirtûkek li ser komkujiya Mereşê nivîsiyê bi telefonê beşdarî panelê bû û anî ziman ku komkujiya Mereşê, komkujiyeke bi plan hatibû kirin û got: “Komkujî ne tenê li dijî Kurdan an jî Elewiyan pêk hat. Herêma Mereşê ji sala 1920’an ve ne tenê Elewiyên Kurd, Tirk, cografyayeke ku Ermenî û Sûryanî jî li ser dijî ye. Xwestin ku li Mereşê hemû cudabûnan ji holê rakin. Kurdên Elewî jî parçeyekî ji wê planê bû û wek dewama wê xwestin qetil bikin.”

Tunç balkişand ser bandora komkujiya Mereşê û got: “Ne tenê bi fizîkî, cîhana me ya rûhî jî qetil kirin.”

Tunç got ku komkujiya Roboskiyê berdewamiya komkujiya Mereşê ye û wiha domand; “Li cihê yên ku komkujî pêkanîne bidarezîn, yên ku hatine qetilkirin darizandin. Komkujî bi dawî nebûye û bi rengên cuda didome.”

Bulent Aldede jî destnîşan kir ku ji bo komkujî carek din pêk neyê divê komkujî neyê jibîrkirin.

Hevserokê FEDA Alî Koyluce jî ragihandin ku di nava 30 salan de ji berpirsên komkujiyê hesab ne hatiye pirsîn û wiha axivî; “ Ev yek encamê polîtîkayên dewletê ye. Ji bo ev êş di nava wijdanê civakê de bê dîtin divê em hîn bi bandortir têkoşînê xurt bikin. Dewletê xwest li ser navê Kurditiyê, Elewitiyê û çepgiriyê van her sê nasnameyan tine bike. Dewletê hewl da ji yên derveyî senteza Îslam Dewleta Tirkiyê dimîn, baweriyên din ên heyî sirgûn bike û qetil bike.”

Koyluce got ku parek mezin a Tevgera  Rizgariya Gelê Kurd di ne ji bîrkirina komkujiyê de heye û got: “Eger Tevgera Kurd di vê astê de têkoşîn nedaya meşandin, wê di roja îro de her tişt veşartî bimaya.”

Koyluce diyar kir ku divê doz ji nû ve li ser komkujiya Mereşê bê vekirin û ji bo kesên ziyan dîtin e ziyana wan bêdayîn bang kir ku kampanyeke berfireh bê vekirin. Piştî axaftinan ji bo bîranîna qurbaniyan parî hatin belavkirin.