Li Dortmûndê bibîranîna 'Qirkirina Dersimê'
Li Dortmûndê Qirkirina Dersimê hate bibîranîn.
Li Dortmûndê Qirkirina Dersimê hate bibîranîn.
Li Elmanyayê li Navenda Çandê ya Elewiyan ya Dortmûnd û derdora wê ji bo kesên ku di qirkirina Dersimê de jiyana xwe ji dest dane, çalakiya bibîranînê hate lidarxistin. Nivîskar Mehmet Bayrak û li ser navê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Ayten Şîmşîr beşdar bûn.
Bayrak di axaftina xwe de bal kişand ser qetlîamên li Kurdistanê û diyar kir ku Dersim ji ber nasnameyên xwe yên Elewî û Kurdbûnê, qetlîam li ser wê hatiye kirin. Bayrak diyar kir ku rêveberên dewletê yên wê demê plana qetlîamê kirine.
Bayrak got ku, “Gotinên wekî ‘Haya Mistefa Kemal jê tunebû, Îsmet Înonu di destûrê de bû’ bêbingeh in û bi van gotinan dixwazin hêrsa Dersimiyan a li dijî dewletê kêmtir bikin.”
‘POLÎTÎKAYÊN QETLÎAM Û ASÎMÎLASYONÊ DIDOME’
Şîmşîr li ser navê FEDA’yê axivî û diyar kir ku polîtîkayên qetlîam û asîmîlasyonê ya li Dersimê didome û dewlet dixwaze Elewiyan bi xwe girêbide.
Piştî civîna bibîranînê ya ku gelek kes beşdar bûbûn, loqme hatin parvekirin.