Li Dortmûnd û Innsbrûck bîranîna 14’ê Tîrmehê
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanya û bajarê Innsbrûck ê Awûstûryayê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanya û bajarê Innsbrûck ê Awûstûryayê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanya û bajarê Innsbrûck ê Awûstûryayê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
DORTMÛND
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn. Nûnerê KOMAV, Dayika Şehîd Mekiye û Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Nûrî Soylemez, di bîranînê de axivîn.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tevgereke berxwedanê ye û ev berxwedan di kesayeta Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de îro ber bi azadiyê ve dimeşe.
Di bîranînê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “ Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
INNSBRÛCK
Li bajarê Innsbrûck ê Awûstûryayê berxwedana Şehîdên 14’ê Tîrmehê hate bibîranîn.
Bîranîn bi rêzgirtinê destpê kir, sînevziyonek a li ser berxwedana têkoşerên 14’ê Tîrmehê hatibû amadekirin hate pêşkêşkirin.
Di bîranînê de Jînda Dijwar û Sîdar Kobanê yên ku di berxwedana Rojava de di demê nêz de jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin bîranîn. Kurapê Dijwar Selman Dijwar, behsa pêvajoya ku dema her du şervan beşdarî nava refên têkoşînê bibûn kir.
Di bîranînê de mewlûd hate xwendin û xwarin hate danîn.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.