Di Çileya 2013'an de çûyîna Heyeta DBP'ê ji bo Îmraliyê û hevdîtina bi Ocalan re nîşan dida ku dema weke 'pêvajoya çareseriyê' dihat pênasekirin ji raya giştî de dihat vekirin û derbasî qonaxeke nû dibû... Ji hevdîtinên navbera dewleta Tirkiyeyê û Ocalan-PKK'ê de ku ji sala 1993'an û vir ve di serdemên cuda de hatin meşandin, ya herî 'bi hêvî' destpê kiribû. Û mîna ku gelek caran hat bilêvkirin, peyama dîrokî ya Ocalan a Newroza 2013'an, ji bo hin kesan pêvajo bi qasî ku veger jê nebe, bi pêş de bir.
Lê belê encam ne ya dihat hêvîkirin bû. Di ser van hevdîtinan re tam sê sal derbas bûn û rewş berevajî bû.
Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê, şer derbasî nava Rojava kir. Hewldanên aştiyê yên Ocalan ji bo xwe weke firsendekê dît û hesab kir ku PKK'ê bi temamî bêçek bihêle. AKP'ê zexta 'bila çekan deyne, em ê dûre li ser mafên gelê Kurd biaxivin' ferz dikir. Tevgear Kurd jî destnîşan dikir ku divê zemîna siyasî bê amadekirin, maf bi qanûnan werin ewlekirin, ew ê dûre mijara çekê çareser bibe. Û ji bo pêkhatina van mercan, banga 'vekişînê' ku Ocalan rexnedayîna wê da, hat kirin. Piştî vê bangê pêvajoya bêçalakîtiyê ya yekalî ket meriyetê.
Lê belê plana AKP'ê bi ser neket. Dewletê li gorî hesabên xwe nikarîbû PKK'ê bêçek bike. Dûre di mijara mafên Kurdan de helwesta 'pirsgirêka Kurd nîne' nîşan da. Gavên siyasî û demokratîkbûyînê yên tevgera Kurd li bendê bû neavêt. Û ew şerê giran ê ku di hevdîtinên li Îmraliyê de Ocalan gelek caran hişyariya wê da, di 24'ê Tîrmeha 2015'an de bi bombekirina Qendîlê re destpê kir.
Baş e bi rastî jî pêvajo di kîjan qonaxê de bû û alî bi kîjan perspektîfê nêzîk dibûn?
Pirtûkek ku bersiva vê pirsê bide di demeke nêz de li Ewropayê hat weşandin. Di pirtûka 'Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad' (Notên Îmraliyê) ya ji aliyê Weşanên Mezopotamyayê ve hat çapekirin de, girtekên hevdîtinên navbera heyetên DBP-HDP û Ocalan ên navbera 3'ê Çileya 2013 û 14'ê Adara 2014'an de hatin weşandin. Her wiha çar nameyên cuda yên Ocalan şandiye ji saziyên cuda re tê de cih digirin.
Ji bo piştperdeya pêvajoya Îmraliyê û nêrînên Ocalan ên li ser pirsgirêka Kurd, kaosa li Rojhilata Navîn, li ser Kurd, Tirk, jin, ciwan, ol, bawerî û aştiyê were fêmkirin, girîng e ev pirtûk were xwendin.
Di pirtûkê de girtekên hevdîtinên navbera Ocalan û heyeta dewletê nîne. Ev girtek bi tenê di arşîva dewletê de ne. Lê belê di hevdîtinên ku Heyeta HDP'ê jî lê amade bûn de, sohbeta bi rayedarên dewletê re ji aliyê endamên heyeta HDP'ê ve hatiye nivîsandin.
Nîqaşên ku pêvajoya heyî ronî bike, bi taybetî di beşên dawî yên pirtûkê de hene. Ji ber ku li dora maseya Îmraliyê, ji aliyê Ocalan ve tespît hatibû kirin ku pêvajo wê bikeve vê rewşê.
Mînak; beriya niha bi salekê. Di 9'ê Çileya 2015'an de li Îmraliyê hevdîtineke dîrokî pêk tê. Di hevdîtinê de Mûhammet Dervîşoglû weke Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê (MEC) dewletê temsîl dike. Li aliyê din ê maseyê Heyeta HDP'ê heye. Û li gorî girtekan hevdîtin bi vî rengî destpê kir:
MEC Dervîşoglû Ocalan dawetê maseyê dike, xwarin tê xwarin û piştî sohbeteke kurt a li ser xwarina li ser maseyê Ocalan dibêje, "Belê divê em demê li ber çavan bigirin û çêtir e em dest bi civîna destpêkê ya girîng bikin."
Li ser vê yekê MEC Dervîşoglû dibêje, "Dibe ku em li dora maseyeke biçûk rûniştibin. Lê belê civîn bi dîmenekî dîrokî destpê dike. Ev rewşek ji ber me ye. Li jorê li saloya civînê ku heyetên berfireh dikarin civînê pêk bîne, xebat dewam dikin." (Maseya ku Erdogan hebûna wê înkar dikir, heta hevdîtinên din dihat amadekirin)
Piştî Dervîşoglû Ocalan peyivî û got, "Eger heyet berfireh bibin, ji aliyê fîzîkî ve ev der wê têrê neke. Lê civîna îro girîng e, diyarker e."
Di vê civîna destpêkê de piştî nîqaşên li ser rêbazê, der barê gavên divê alî biavêjin de agahî hat dayîn.
Çend roj beriya vê civîna 9'ê Çileya 2015'an, heyeta HDP'ê bi Serokwezîr Ahmet Davûtoglû re hevdîtinek pêk anî. Di vê hevdîtinê de Yalçin Akdogan, Efkan Ala û Mûhammet Dervîşoglû amade bûn. Piştî ku HDP'yiyan naveroka vê hevdîtinê ji Ocalan re ragihandin, Ocalan ev yek pirsî:
"Biryardariyek heye? Mînak; di hevdîtina bi Serokwezîr re we sekneke bi biryar dîtin? Weke heyet di vî warî de nêrîna we çi ye?"
Bersiva heyeta HDP'ê da bi vî rengî bû: "Weke heyetê, nêrîna me ya hevpar e. Di vê mijarê de li gorî me, helwesteke zelal a hikûmetê nîne. Rîsk e ku mirov qala biryardariyeke xurt bikin. Gelekî li mijara ewlekariya cemaweriyê aliqî ye. Vê yekê derdixînin pêşiya her tiştî."
Piştî ku Sirri Sureyya Onder li ser navê heyeta HDP'ê ev yek ragihand, Dervîşoglû dest bi axaftinê dike û dibêje, "Li wê derê, Serokwezîr weke berpirsyarê vî karî biryardarî ji we re venegot? Ji we re negot ku ti ji bo destpêkirina muzakereyê ti fikar nîne?"
Onder jî bersiva "Belê di hevdîtinê de got ku ew bi biryar in, dikarin dest bi muzakereyê bikin" da.
Ocalan piştî vê diyalogê ev nirxandin kir: "Belê, der barê niyeta Serokwezîr de ez ê nikaribim tiştekî bêjim. Lê belê em bi Serokwezîrekî gelekî romantîk re rû bi rû ne. Xwedî tecrûbeyeke têrker nîne, seranser nêz dibe. Hebûna MEC'ê li vir ji bo min girîng e. Em ê aşkere bikin bê xweseriya demokratîk çi ye. Em ê ewlekariya cemaweriyê zelal bikin. Xweseriya xwecihî, ewlekarî çi ye? Pêwîstî bi zelalkirina van gotinan heye. Em ê mijarên reformasyona Kurd, demokratîkbûyîn, demokrasiya xwecihî, şaredarî, hilbijartin, van hemûyan ji aliyê pênase û teoriyê ve binirxînin."
Ocalan piştî vê nirxandina dirêj ku me kurteber kir, pêvajoyên ji bo çareseriyê di sala 1993'an de bi Ocalan re destpê kir bibîr dixîne û dibêje ew dixwazin niyeta wan a çareseriyê ji Serokwezîr re bê ragihandin. Ocalan vê tespîtê dike:
"Berê jî niyeta me baş bû. Me bi Ozal re meşand, lê Ozal kuştin. Niha jî bi hezaran provokasyon hene. Vê yekê ji Serokwezîr û Yalçin (Akdogan) re vebêjin. Davûtoglû gelekî bê tecrûbe ye, haya wî ji dîrokê nîne, Yalçin jî nizane. Li ser bingeha berjewendiyên seranserî nêzîk dibe."
Di dewama girtekan de Ocalan gavên divê ji bo çareseriyê werin avêtin bilêv dike û bi dayîna mînakan re nîşan dide ku dewlet tiştekî nake. Hingî, Dervîşoglû nerazîbûna xwe ya ji PKK'ê wiha tîne ziman: "Qendîl dibêje, bi vê bêtêlê re bi awayê ku em bibihîzin 'nekin', lê belê ji binî ve fermanê dişîne ciwanên li Cizîrê û dibêje 'bikin'. Divê her kes di vî warî de ji dil be."
Ocalan vê bersivê dide vê rexneyê: "Ji ber vê yekê rê û rêbazên têkiliya bi PKK'ê re girîng e. Di muzakereyan de li ser vê bingehê girîng e neh neqal bên vekirin."
Ocalan di dewama axaftina xwe de dibêje, ku hikûmet gavên pêwîstî pê hene neavêtiye. Li ser vê yekê Dervîşoglû vê şîroveyê dike: "Di hemû nirxandinên xwe de hûn qala tiştekî erênî yê hatiye kirin, nakin. Îmajeke nû ya Ocalan afirî. Bi xebatên li vê derê tên meşandin re raya giştî îro we gelekî cuda dinirxîne."
Ocalan bi vî rengî bersivê dide vê nêrînê: "Me li vê derê her tişt kir. Gotinên min gelekî zelal in. We girtiyekî bi tenê yê nexweş jî bernedan. Di vê mijarê de jî we gav neavêtin. Îsraîlê bi xwe jî di berdêla berdana leşkerekî xwe de bi sedan mirov serbest berda."
Dervîşoglû qet qala mijara girtiyên nexweş nekir û wiha axivî: "Ez li vê derê, di çarçoveya qanûna çarçoveyê de wezîfedarê muzakereyê me. Zexta hêzên ewlekariyê ya li ser hikûmetê heye. Sîstem û ewlekariya cemaweriyê ji bo Serokwezîr nebe nabe ye. Bi awayekî şênber, mesajeke we ji bo Qendîlê nîne?"
Ocalan vê bersivê dide: "Ji bo ewlekariya cemaweriyê, pêwîste mirov hespê li pişt erebeyê nemeşînin, li pêş erebeyê bimeşînin. Halbûkî hûn dixwazin hespê li pişt bimeşînin."
Pirseke din Dervîşoglû ev e: "Piştî ku ji vê civînê derketim, dema serokwezîr ji min pirsî, weke rewşeke şênber ez dikarim çi bêjim?"
Ocalan dixwaze ev mesaj ji Serokwezîr re were ragihandin: "Ji Serokwezîr re bêjin; ji bo pêkhatina ewlekariya cemaweriyê em ê roleke dîrokî bilîzin. Lê belê ev di vê civînê de nabe. Di civîna dawî de em ê bangeke baş bikin. Heta du hefteyan pêwîstiya min bi demekê heye. Divê em dem û mekanîzmayê baş binirxînin. Ji Efkan beg re jî bêje, ev binçavkirin û girtin tiştekî bê qebûlkirin nîne."
Ev diyalog di 9'ê Çileya 2015'an de pêk hat. Piştî 25 rojan heyetên HDP û dewletê careke din çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn.
Hevdîtina 4'ê Sibata 2015'an li dora 'maseya nû' ya ku piştre hat înkarkirin, pêk hat. Di destpêka hevdîtinê de Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê Dervîşoglû diyar kir ku sê xal hene ew dixwaze ji Ocalan re ragihîne. Ev beş, gotin bi gotin di girtekan de bi vî rengî hat nivîsandin:
"Yek; bûyerên ku li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ne, diqewimin. Du; Hikûmet li dijî pêvajoyên operasyonel ên hêzên ewlekariyê derdikeve. Sê; ji bo civîna din, wê Heyeta Şopandinê jî were vê derê."
Bi vê vegotinê re MEC piştrast dikir ku Heyeta Şopandinê ya navên wan jî di hevdîtinên berê de hatibûn nîqaşkirin, ji aliyê dewletê ve hatiye qebûlkirin. Ev der nuqteyeke girîng e, ji ber ku ji aliyê şexsê di asta herî jor a dewletê de cih digire, daxuyaniya 'Heyeta Şopandinê' nîne, hatibû dayîn.
Piştî van vegotinên MEC'ê Ocalan ev nirxandin kir:
"Belê, ez careke din destnîşan bikim ku civîna îro girîng e. Ez nuqteya îro weke bêhnvedaneke kurt a maratoneke 55 salan dinirxînim. Ev mase di maratonê de bêhnvedan e. Fikarên min dewam dikin. Ji bo min cih an jî şêweyê maseyê ne girîng e. Ev maseyeke pîvanê ye. Ji bo pêşeroja demokratîk a dewletê û civakê, maseyeke pîvanê ye. Taybetmendiya pîvanê ew e ku ji pîvanê tawîz nayê dayîn. Haya hikûmetê û yên me çiqasî ji vê çêbibe, wê nizanim. Lê belê hewldanên min ji bo neqelibîna maseyê bû. Ji niha û pê ve jî wê bi vî rengî be."
23 roj piştî vê hevdîtinê di 27'ê Sibatê de civîneke din pêk hat. Di vê civînê de jî li ser naveroka deklarasyona li Dolmabahçeyê were aşkerekirin, hat axivîn. Heyeta dewletê û heyeta HDP'ê, piştî daxuyaniya Dolmabahçeyê di 14'ê Adarê de careke din çûn Îmraliyê. Di vê hevdîtinê de navên di nava 'Heyeta Şopandinê' de cih bigirin, hatin zelalkirin. Şêwe û naveroka muzakereyê hatin diyarkirin. Ocalan ji heyetê re got, 'Bêyî hebûna Heyeta Şopandinê, neyên hevdîtina din."
Û piştre Erdogan bi gotina 'Heyeta Şopandinê nîne, mase nîne' dawî li hevdîtinan anî. Di 5'ê Nîsanê de heyeta HDP, bi tenê ji bo nirxandina hilbijartinên 7'ê Hezîranê çû Girava Îmraliyê. Û piştre jî hemû rêyên têkiliya bi Ocalan re hatin girtin.