Li dijî YNK'ê êrîşa bombeyî: Herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî YNK'ê êrîşa bombeyî: Herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî YNK'ê êrîşa bombeyî: Herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarokê Qeretepe yê nêzî bajarê Celewla yê Başûrê Kurdistanê, di êrîşa li dijî YNK'ê ya bi sê wesayîtên bombebarkirî de, herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li bajarokê Qeretepe yê nêzî Celewlayê, bi sê wesayîtên bombebarkirî li dijî Şaredarî, Komîte û Asayîşa YNK'ê êrîş hatin kirin. Her sê sazî di hundirê heman avahiyekê de ne. Ji ber teqînan servîsa elektrîkê û buroyeke komeleya pêşmergeyên berê jî zerareke cidî dîtin.
Şaredarê bajarok Wahab Ahmed da xuyakirin ku di teqînên saet di 10:30 de herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane pêşmergeyên berê yên xwestine li na refên pêşmergeyan şer bikin e. Ev bîlanço ji aliyê berpirsyarekî herêmî yê artêşa Iraqê ya Federal ve jî hat piştrastkirin.
Li gorî AFP'ê, berprisyarekî ewlekariyê yê payebilind ê hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê diyar kiriye ku 27 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Encumenê Şaredariya Qeretepe Ezîz Rehîm ji Buroya Çapemeniyê ya YNK'ê PUKMedia re axivî û diyar kir ku piştî teqîna wesayîtên bombebarkirî, şêniyên bajarok li cihê bûyerê civiyane û di vê kêliyê de êrîşkarek ketiye nava gel û bombeyên li ser xwe pêçandibû teqandiye. Hat ragihandin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de, jin û zarok jî hene.