Li dijî virûsa HIV jehra mozan
Li dijî virûsa HIV jehra mozan
Li dijî virûsa HIV jehra mozan
Li gorî lêkolînên zanyaran li dijî nexweşiya AIDS’ê rêbazên nû û ecêb yên dermankirinê tên pêşxistin. Jela ku dê ji jehra mozan bê çêkirin di pêngava destpêkê ya virûsa HIV ku rê li ber AIDS’ê vedike destûr nede ku belav bibe.
Li gorî zanyarên Zanîngeha Tibê ya Washingtonê ya li bajarê St Louîs yê DYA’yê, jelekî ku ji jehra mozan hatî hilberandin dê li dijî nexweşiya AIDS tekoşînê bike. Jela ku ji madeyê ‘Melîttîn’ ku di nava jehra mozan de heye hatî hilberandin, dê bikare bikeve pêşiya pêşketina virûsa HIV.
Jela ku ji jehra mozan hatiye çêkirin û heya îro li dijî virûsê dermanên antî-HIV dihatin bikaranîn, ev dê serkeftîtir be. Jel dê bikare di destpêka virûsê de destûr nede belav bibe. Dermanê ku di encama lêkolînan de hate bidestxistin weke ‘rahîm jel’ hate hilberandin.
Li gorî agahiyên ku Dr. Joshua L. Hood ku di nava xebatan de ye dayî, jehra mozan raste rast mudaxeleyî xala hucreyên virûs lê heyî bike û dê wê asteng bike. Hood diyar dike ku, virûsa HIV ku rastî êrîşa jehra mozan hat şansê wê yê jiyanê tuneye.
Xalek din ya balkêş ya xebatên zanyarên DYE’yê jî tê diyarkirin ku, madeyê binavê melîttîn di heman demê de dê li dijî hucreyên tumor jî bikare were bikaranîn.