Li dijî tecrîd, faşîzm û mêtingeriyê dakevin qadên 1'ê Gulanê!
Saziyên li Ewropayê bi wesîleya 1'ê Gulanê daxuyanî dan û bang kirin, ku li dijî tecrîdê, faşîzmê û mêtingeriyê dakevin qadan.
Saziyên li Ewropayê bi wesîleya 1'ê Gulanê daxuyanî dan û bang kirin, ku li dijî tecrîdê, faşîzmê û mêtingeriyê dakevin qadan.
DKP/Yekîtî, Komîteya Piştevaniya Greva Birçîbûnê ya Bêdem a Fransayê, SKB Fransa, ATÎK der barê 1'ê Gulanê Roja Piştevanî, Têkoşîn û Yekîtiya Navneteweyî ya Karker û Kedkaran daxuyanî dan.
DKP/BÎRLÎK: JI BO MEZINKIRINA TEVGERA ŞOREŞÊ...
Di daxuyaniya DKP/Yekîtiyê de hate ragihandin ku li dijî sîstema mêtingeriyê divê ew dakevin qadan.
Di daxuyaniyê de komkujiya li jinan tê kirin hate bibîrxistin û hate gotin, "Ji bo wekhevî û azadiyê ji 8'ê Adarê em bimeşin 1'ê Gulanê."
DKP/Yekîtiyê diyar kir, çarenûs û şoreşên Kurd û Tirkan bi hev re hatine girêdan û destnîşan kir, "Ji bo mezinkirina tevgera şoreşa yekbûyî em dakevin qadan."
Di daxuyaniyê de berxwedana grevên birçîbûnê hate silavkirin û li dijî faşîzm û tecrîdê bang hate kirin ku her kes dakevin qadan.
KOMÎTEYA PIŞTEVANIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ: LI DIJÎ DÎKTATORIYA ERDOGAN...
Komîteya Piştevaniya Greva Birçîbûnê ya Bêdem a Fransayê jî diyar kir, "Tevî têkoşîna li dijî mêtingeriya kapîtalîst, berxwedana li dijî tecrîdê û faşîzmê di rojeva Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê de ye."
Komîteyê ragihand, dîktatoriya AKP-Erdogan a faşîst li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo teslîmwergirtina civakê êrîşî gelê Kurd, karker, kedkar, şoreşger, sosyalîst, jin û ciwanan dike û diyar kir, "Em piştgiriya Ewropayê ku zilma faşîzmê dîtiye ya ji bo dîktatoriya Erdogan ê faşîst şermezar dikin."
Di daxuyaniyê de bang li karker û kedkarên li Ewropayê, her wiha hêzên antî-faşîst hate kirin ku li dijî tecrîdê û dîktatoriya Erdogan ê faşîst xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê derkevin.
SKB FRANSA: LI DIJÎ TECRÎD Û MÊTINGERIYÊ DAKEVIN QADAN
SKB Fransayê jî di daxuyaniya xwe de ji bo jiyaneke azad û wekhev bang kir ku li dijî tecrîd û mêtingeriyê her kes dakevin qadên 1'ê Gulanê.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi hezaran jin û mêr li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û hate gotin, "Em bi berxwedêriya vê berxwedanê dakevin qadên 1'ê Gulanê."
ATÎK: BERXWEDANA LI DIJÎ ÊRÎŞAN MEZIN DIBE
ATÎK'ê jî diyar kir ku li Ewropayê derxistina ji kar di rojevê de ye û ragihand, "Li dijî van êrîşan têkoşîn û berxwedan mezin dibe. Li gelek beşên kar grev, meş û mîtîng tên kirin û berxwedan tê mezinkirin."
Di daxuyaniya ATÎK'ê de ji bo ked û mafên karkeran hate gotin, "Di 1'ê Gulanê de ji her demê bêhtir em dengê xwe bilind bikin."