Li dijî taxa Kurdan topbaran: 4 mirî û 8 birîndar

Li dijî taxa Kurdan topbaran: 4 mirî û 8 birîndar

 Li dijî Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniya wê Kurd e û derdora wê êrîşa bi topan pêk hat, di encama êrîşan de 4 kes jiyana xwe ji dest dan, birîndar û ziyana madî ji  çêbû.

Saet di 13.00 û 14.00 'an de li gor dema herêmî 4 top li Taxa Şêxmeqsûd Şerqî ketin, topek hawanê li kolana giştî nêzî Ferûc Emar û yek li nêzî Xeta Tirênê ketin, di encama her du topan de 3 welatî birîndarbûn, navê yek ji kesên birîndar Hacer Hesen a ji Kobanê hate hînbûn.

Piştî ketina 2 topên li Taxa Şêxmeqsûd Şerqî bi demekê kurt, topek li başûrê Taxa Şêxmeqsûd Merûf nêzî cihê Doxtor Rustem Hesen ket û di encamê de zaroka bi navê Aya Behcet Xelîl (4) a ji Gundê Morata ya Efrînê, Ceylan Mihemed Ezîz (25) ji gundê Hemam, Ednan Mistefa Mihemed Xêr û Ehmed Reşo birîndar bûn, her wiha ziyanek mezin ya madî li derdorê çêbû.

Li aliyeke din pêr di saetên şevê de Nezleya Ewarid a nêzî Taxa Şêxmeqsûd Şerqî bû hedefa êrîşên topên hawanê û di encama êrîşê de 3  welatiyên sivîl û yek ji alîgirên rêjîma Bass mirin.