'Li dijî talokeyên ku dewleta Tirk çêdike divê mirov rabe ser piya

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li saziyên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê şermezar bikin. 

Daîreya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Xweser a  Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî binpêkirin û sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  ji 9‘ê Cotmehê ve heta niha , heta dema dagirkerina Efrînê Efrînê bi sûc û guhertinên demografî li pêşberî cîhanê qanûn û pîvanên navdewletî binpê bikin. Kiryarên wê li dijî pîvanên civakê û nirxên mirovî û demokrasiyê ye. Eşkerekirina binpêkirinan û sekna li hemberî siyasetên Tirkiyê ku destekê dide terorê û aloziya li herêmê û tevahî cîhanê giran dike, di radeya yekemîn de erkekî exlaqî ye. Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de careke din bang li tevahî saziyên navdewletî yên têkildarî mafên mirovan, saziyên civaka sivîl dikin ku kiryarên faşzîm ên li dijî qanûnên navdewletî şermezar bikin bi taybet guhertina demografîk a ku tevahî gelên herêmên qir dike û li dijî wê erka xwe ya dîrokî di vê pêvajoyê de pêk bînin. Di vê der barê de em spasiya koma "Fişar û parastina a doza Kurdî" a ji gelek rewşenbîr, akademisyen, diplomat û sefîrên ber ên dewletên cûda yên cîhanê dikin pêk tê dikin, ku di demên dawî de pêngava bi dirûşma "We Stand With The Kurds" ya piştgiriya gelê me li hemberî kiriyarên dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî wî yên hebûna me dikin hedef, dane destpêkirin. Em teqez dikin ku helwesta wan nîşana edalet, exlaq û wijdan e nemaze ku  li dijî tevahî pêkhateyên gelê me êriş têne kirin. Piştî spasiyê bi navê tevahî pêkhateyên gelê me rewşenbîr, akademisyen, rojnamevan, hunermend û hemû beşên girîng û bandor ên hundir û derveyê welat û herêmên derdorê yên ku ji xeteriya planên Tirkiyê têgihiştine, dikin ku rola xwe ya girîng û pêşeng pêk bînin, ji ber ku em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin, ji cîhanê tevahî tê xwestin ku li dijî xeteriyan destekê bide gelê berxwedêr."