Li dijî standa ji bo azadiya Ocalan êrîş

Li dijî standa ji bo azadiya Ocalan êrîş

Komeke nîjadperestên Tirk li Kampusa Yenîşehîr a Zanîngeha Mêrsînê êrîşî standa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû danîn kirin û polîsan jî destek dan êrîşkaran.

Standa îmzeyan a li Kampusa Yenîşehîr a Zanîngeha Mêrsînê ji aliyê Xwendekarên Welatparêz ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû vekirin, rastî êrîşa nîjadperestên Tirk hat. Komeke nîjadperestên Tirk bi qasî 20 kesan bi desteka polîsan êrîşî standê kirin.

Hate diyarkirin ku di êrîşa bi satoran pêk hat de xwendekar birîndar bûne û xwendekarên birîndar li nexweşxaneyan li ser piyan hatine dermankirin û ji nexweşxaneyê hatine derxistin. Piştî êrîşê polîsan careke din destûr neda ku xwendekarên Welatparêz stand vekin.