Li dijî Serokê Meclîsa Gel êrîşa bombeyî

Li dijî Serokê Meclîsa Gel êrîşa bombeyî

Li dijî wesayîta Serokê Meclîsa Gel ya Efrînê Etuf Evdo êrîşa bombeyî pêkhat. Di encama teqinê de Evdo bi sivikî birîndar bû.

Bûyer îro di demjimêr 09.30’ê sibehê de pêk hat. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokê Meclîsa Gel ya Efrînê Etuf Evdo ji bo ku biçe ser karê xwe serê sibehê bi wesayita xwe ji malê derket. Evdo dema gihîşt pêşiya saziya çandiniyê ya li Taxa Sinaiyê, di wesayitê de teqîn pêk hat. Di encama teqînê Evdo bi sivikî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Cîhan ya Efrînê. Her wiha di wesayîtê de jî zirara maddî pêk hat. Hate ragihandin ku rewa Evdo başe.

Nehat zanîn ka teqemenî kê di wesayîtê de bicih kiriye.