Li dijî rahiştina çekan bi sed hezaran kes daketin qadan
Çalakiyên xwendekaran ên li dijî rahiştina çekan, ku piştî komkujiya Parkland dest pê kirin, bi rengekî girseyî dewam dikin. Bi beşdariya bi sed hezaran kesî çalakî hatin lidarxistin.
Çalakiyên xwendekaran ên li dijî rahiştina çekan, ku piştî komkujiya Parkland dest pê kirin, bi rengekî girseyî dewam dikin. Bi beşdariya bi sed hezaran kesî çalakî hatin lidarxistin.
Roja 14'ê Sibatê li Parkland a Floridayê êrîşeke çekdarî li lîseyekê hatibû kirin û 17 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê êrîşê xwendekaran li dijî rahiştina çekan dest bi çalakiyan kiribûn. Çalakiyên xwendekaran ji bo dijwarkirina qanûna bidestxistina çekan û pêşîgirtina li kuştinê tên lidarxistin. Çalakiyên ku ji aliyê March For Our Lives (Meşa ji bo jiyana me) ve tên organîzekirin, ji gelek bajarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û gelek welatan piştgirî wergirtin.
BI SED HEZARAN KES LI PAYTEXT WASHINGTONÊ LI HEV CIVIYAN
Bi vê armancê, li meydana li ber Kapitol a li paytext Washingtonê xwepêşandanek hate lidarxistin û bi sed hezaran kes tevlî bûn. Xwendekarên ku di çalakiyê de axivîn gotin, "Êdî bes e". Neviyê biçûk ê parêzvanê mafên reşikan Martin Luther Kİng ku 50 sal berê hate kuştin, di çalakiyê de axivî û got, "Xewn û xeyaleke min heye, êdî bes e."
LI BAJARÊN MEZIN XWEPÊŞANDANÊN GIRSEYÎ HATIN LIDARXISTIN
Li bajarên Chicago, Boston, Philadelphia, Miami, Houston, Los Angeles, New York, Minneapolis û li dehan bajarên din xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Tevî ku piraniya çalakgeran xwendekar jî bûn, ji her temenî mirov tevlî bûn û li ber rahiştina çekan rabûn.
Di çalakiyan de ji Serokê DYA Donald Trump û endamên Kongreyê tê xwestin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.
Wekî din, di serî de li Elmanyayê li gelek welatan ji bo destekkirina xwendekarên Parklandê xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwendekarên xwepêşandêr heta ber nûnertiyên dîplomatîk ên DYA meşiyan.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku li gorî qanûnan mirov bi hêsanî dikarin bibin xwedî çekê, her sal 30 hezar kes bi êrîşên çekdarî tên kuştin.