Li dijî qedexeya PKK’ê meş

Li dijî qedexeya PKK’ê meş

Li gelek bajarên Elmanyayê li dijî qedexeya PKK’ê meş pêk tên. Îro li bajarê Dortmundê wê meş destpê bike û piştre jî wê li Frankfurt, Koln, Munîhê bidome.

Kurd bi daxwaza ku qedexeya li ser PKK’ê ji sala 1993’an de pêk tê rabe, di sedsala 21’ê de xwe ji bo protestoyan amade dikin. Bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) li bajarê Dortmund, Frankfurt, Munîh û Kolnê wê meş pêk bên û di meşan de wê xwestin ku qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin.

YXK’ê der barê qedexeya li ser PKK’ê de daxuyanî da û got: “PKK tevgereke azadiyê ye. Bi têkoşîna ku li dijî DAIŞ’ê daye meşandin ev careke din îspat kiriye. PKK ya ku di cîhanê de tevgereke rewa ye, divê qedexeya li ser bê rakirin."

Di daxuyaniyê de ji bo meşên ku wê li gelek baran pêk bên banga tevlîbûnê hat kirin.

Di meşan de wê komkujiyên Şengal û Kobanê jî bên protestokirin. Meşa li Dortmundê îro saet di 14.00’an li îstasyona trênê wê destpê bike. Di 19’ê Mijarê de jî li Frankfurt û Munîhê û di 6 Kanûnê de jî wê li Kolnê pêk bê.