'Li dijî provokasyona polîsan bila gelê me bê Strasboûrgê'
Polîsan êrîşî çalakiya li Strasboûrgê kirin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Komîteya amadekar bang li gelê Kurd û dostan kir ku berê xwe bide Strasboûrgê.
Polîsan êrîşî çalakiya li Strasboûrgê kirin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Komîteya amadekar bang li gelê Kurd û dostan kir ku berê xwe bide Strasboûrgê.
Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiyên CPT û Konseya Ewropayê, ku ji aliyê 63 saziyan ve roja 23'ê Cotmehê ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir, di roja 52'an de ye.
Bi sedan polîs îro danê sibehê hatin cihê çalakiyê û êrîşî Kurdan kirin. Komîteya Amadekar da xuyakirin ku li gel êrîş û provokasyonên polîsan jî wê çalakiya xwe bidomînin û bang li Kurdan û hemû hêzên demokratîk kir ku berê xwe bidin Strasboûrgê.
'HETA KU CPT BIÇE ÎMRALIYÊ...'
Di daxuyaniya komîteyê de wiha hat gotin: "Em weke gelê Kurd, ev 52 roj in ji bo CPT biçe Girava Îmraliyê çalakiyê li dar dixin. Tevî ku 52 roj in em daxwazên xwe dubare dikin jî, li şûna ku rayedar bersivê bidin me, polîs li hemberî me provokasyonan dikin. Îro jî heman zîhniyet derket pêşiya me. Divê her kes zanibe ku em ê li ber vê zîhniyetê paş ve gavê neavejin. Heta ku CPT biçe Girava Îmraliyê em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em bang li gelê xwe û hêzên demokratîk dikin ku berê xwe bidin qada çalakiyê."