Li dijî pençeşerê xwarinên ku divê mirov lê baldar bin

Lêkolînên ku têne kirin nîşan didin ji bo pêşî li pençeşerên cihê were girtin divê mriov li hin xwarin û vexwarinan guhdar be.

Li gorî xebata enstîtûyê ya ku heqê kirîdaran diparêze, ya şîrketa bi navê Stîftûngê, ku li Elmanyayê dixebite, hin xwarin û vexwarinên ku dibine sedema pençeşêrê da.

Di berhevkariyê de rola pençeşêrojenê a goştê sor, goştê lê hatî şixulandin, şîr, alkol û şekir hate destnîşankirin. Ji bo pênc xwarin û vexwarinan hate gotin.

Goştê sor li gorî Ajansa Lêkolînên Pençeşêrê ya Navnetewî dibe ku pençeşêrojen be, mirovekî gihaştî heftiyê herî pir divê 500 gram goştê sor bixwe.

Hate destnîşankirin sucuk-sosîs jî pençeşêrê çêdike û rojê ji 50 gramî zêdetir rîsa pençeşêra roviyan zêde dike.

Li ser rola şîr jî hate gotin rojê di navbeyna 0,2 û 0,8 lître de vexwarina şîr dibe sedema pençeşêra roviyan stûr û li nav jinan jî dibe sedema pençeşêra sîngê.

Her wiha hate gotin her çendî şekir bi serê xwe rîska pençeşêrê çêneke jî nerasterast bandorê li ser çêbûna gelek nexweşiyan dike.

Alkol jî weke yek ji vexwarinan tê qebûlkirin ku di çêbûna pençeşêrê de bi rolekê radibe û tê gotin dema ku jin rojê rojê ji qedehekê zêdetir û mêr jî ji 2 qedehan zêdetir vexwarin ev rîska pençeşêrê zêde dike.