Li dijî komeleya Kurdan êrîş

Li dijî komeleya Kurdan êrîş

Komeleya Kurd a li Genkê duh rastî êrişa molotofkokteyl a komeke nijadperestên Tirk tirk hat.

Li bajarê Genk a Belçîkayê li dijî Komeleya Çandê ya Kurd vê sibê êrîşa bi molotofkoyteyl pêk hat. Di encama êrîşê de komele şewitî. Li gorî agahiyan êrîş vê sibê saet di 03.30’an de li hemberî Komeleya Çanda Kurd pêk hat. Hate diyarkirin ku 4 kesan molotofkokteyl avêtiye komeleyê. Şewata di encama êrîşê de derke heta saet 10.00’an berdewam kir û hat diyar kirin k u xeraserek mezin çêbûye.

Serokê komeleya Çanda Kurd Hasan Weklat axivî û diyar kir wekê her roj duh êvarê jî saet di 22.30’an de komeleya xwe girtine û çûne malê. Weklat da zanîn ku saet di 11’an de xwediyê malê lê geriyaye û gotiye di komeleyê de şewat derketiye. Weklat di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema ez çûm cihê bûyerê polîs li wir bun. Li gorî şahid û kamerayên polîsan kesên molotofkokteyl avêtine çar kes bûne û temenê wan di navbera 20-25’an de diguherî. Her wiha gotin piştî ku êriş kirine û şûnde berbi ocaxên ulkucuyan ve reviyane.”

Piştî erîşê ciwanên kurd ên Anvers, Liege, Bruksel, Charleroi û Vervies hatin cihê bûyerê. Bendewarî li ber komeleyê didome.