Li dijî îstîsmara zarokan a di înternetê de operasyona navnetewî
Li dijî îstîsmara zarokan a di înternetê de operasyona navnetewî
Li dijî îstîsmara zarokan a di înternetê de operasyona navnetewî
Polîsên Kanadayê li dijî çeteyê pornoya zarokan a navnetewî di serî li Kandayê, li DYA, Swêd, Ispanya, Îrlanda, Yewnanîstan, Brezîlya, Arjantîn, Japonya, Avustralya û Başûrê Efrîkayê operasyon p3ek anî û 348 kes binçavkirin. Nêzî 400 zarokî hate xilaskirin.
Lêpirsîna li Kanadayê dest pê kir, bi rayedarên 50 welatên cuda xebitî û gelek çete hatin hilweşandin. Lêpirsîn li ser şîrketeke bajarê Toronto ya ku DVD û dîmenên zarokan yên tazî diweşand kurd bû.
Polîsên Kanadayê ji 2010’an heta niha lêpirsîn didoman û di çarçoveya lêpirsînê de roja pêncşemê operasyonek mezin pêk anî. Di serdegirtinê de tora pornoya zarokan a navnetewî hate hilweşandin û ji welatên cuda 348 kes hatin girtin û 386 zarok hatin rizgarkirin.
Di çarçoveya operasyonê de li Kandayê 108, li DYA 76 û li Swêd, Ispanya, Îrlandan, Yewnanîstan, Brezîlya, Arjantîn, Japonya, Avustrulya û başûrê Afrîkayê bi giştî 164 kes hati girtin. Polîsan diyar kir ku di nava kesên hatine binçavkirin doktor, mamoste, rabîb û hrw din hene.
Midûriyeta polîsan a Kandayê got di nava kesên hatin girtin de doktor, mamoste, hemşîre, malbatên parastinê û rayedarên dêr û saziyên fermî hene.
Komîserê Teşkîlata Polîsan a Torontoyê Joanna Beaven-Desjardîng diyar kir ku ev lêpirsîn di sala 2012’an de piştî ku kesekî ji Kanadayê yê 42 salî ku wêneyên pornoya zaroka difirotin nas kirine, destpêkiriye.
Hat hînbûn ku ev gumanbar li Ontarîo li ser şîrketekî bazirganiya fîlm û wêneyên pornografîk dike. Li gorî rapora salane ya UNICEF’ê li seranserê cîhanê 150 mîlyon zarokên keç û 73 mîlyon zarokên kur rastî îstîsmara zayendî tên.