Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî

Balafirên şer ên Tirk roja 25'ê Kanûnê bombe li gelek qadên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Roja 25'ê Kanûnê bi balafirên şer ên Tirk êrîş li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, êrîş saet di navbera 12:00-15:00 de li herêma Sêdarê ya Garê û Geliyê Avaşîn ê herêma Avaşînê hate kirin.

Heman rojê saet 21'ê, bombe li Xinêra Jor, Ermuş, Misrokê û Evilkovî yên Xakurkê bombe hatin barandin.

Li dijî dagirkeriya artêşa Tirk ku 18'ê Kanûnê li herêma Bradostê da destpêkirin, hêzên gerîla pêr çalakiyek kiribûn û 15 leşker di çalakiyê de hatibûn kuştin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel jî duh bi daxuyaniyekê Fermandariya HPG'ê ya Eyaleta Xakurkê pîroz kiribû.