Peyama pîrozbahiyê ji bo Fermandariya HPG’ê ya Eyaleta Xakurkê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, ji ber çalakiyên li dijî artêşa Tirk peyama pîrozbahiyê da Fermandariya HPG’ê ya Eyaleta Xakurkê.

Peyama Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel wiha ye:

‘’Tê zanîn ku hêzên dewleta Tirk a mêtinger bi kirinên xwe yên li Bakurê Kurdistanê ku li dinyayê mînakên wê kêm in, vê siyaseta xwe ya qirkirinê dixwaze bibe Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî. Li ser vê zemînê hem li Rojava, hem li Başûr bi astên cuda êrîşan dike û dikeve nav hewldanên dagirkirinê. Herî dawî 14’ê Kanûnê hêzên mêtingeriya Tirk li devereke nêzî qadên me ava Hecî Beg a li xeta sînor derbas kir, dagirkirina Girê Sîro û girên Mavan parçeyek ji wê siyaseta qirker e, a li dijî gelê me. Watedar e ku li dijî vê dagirkeriya hişkere ne Hikûmeta Navendî ya Iraqê û ne jî Hikûmeta Federe a Kurdistanê ti helwestek nîşan nedan. Lê rasterast sînor hatine bezandin û qadeke ku ya Başûrê Kurdistanê ya Iraqê tê hesibandin hatiye dagirkirin. Bêdengiya li dijî vê îhtîmala ku peymaneke qirêj heye derdixîne holê.

Li dijî hêzên mêtingeriya Tirk ku xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, şêniyên gundên derdorê ne rehet dike, çêrandina sewal û dewarên wan li wan qedexe dike û wiha li dijî kontrolkirina devereke berfireh û nerehetkirina gelê me yê wir û binpêkirina mafê wan ê rewa, bêdengnemana Fermandariya me ya li dijî helwesta dagirkeriyê û mudahelekirina wê helwesteke watedar e.

Di nav vê çarçoweyê de 25’ê Kanûnê, sibehê saet 04.30’an encamên operasyona şoreşger a li dijî girê Mavan û Girê Sîro yên dagirkirî gihaye ber dest destê me. Hêzên me bêyî ku ti windahiyan bidin derbên giran li dijmin dane û bi taybetî li girê Mavan, ketiye pey dijmin, dijmin reviyaye û wiha operasyoneke serkeftî ya şoreşger pêk aniye. Ji ber vê çalakiya serkeftî ya bi giyanê Apoyî li dijî hêzên dagirker pêk hatî, em we hemûyan û di şexsê we de hemû şervanên hêja yên ku di vê çalakiyê de xwedî ked in, hemû fermandaran pîroz dikin û berdewamiya serkeftinê dixwazin.

Li ser vê zemînê em hemû hêzên Xakurê ji ber berxwedaniya ku nîşan dane, ji ber wêrekî, fedakariyê slav dikin û bi hîsên şoreşger ên jidil serkeftina mezin ji we re dixwazin.’’