Li dijî HDK’yiyên ku ji bo Rojava daxuyanî dan êrîşa bi çekan
Li dijî HDK’yiyên ku ji bo Rojava daxuyanî dan êrîşa bi çekan
Li dijî HDK’yiyên ku ji bo Rojava daxuyanî dan êrîşa bi çekan
Di daxuyaniya ku ji aliyê Meclîsa Bajêr a Enqere ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)’ê ya ji bo protestokirina êrîşên komên çete yên li Rojavayê Kurdistan dihat dayîn de êrîşa bi kêran rû da.
Endamên Meclîsa Bajêr a Enqere ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo êrîşên ku ji aliyê komên çete ve li Rojavayê Kurdistan li hemberî gelê Kurd pêk tên protesto bikin li Guvenparkê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Dema ku girse piştî daxuyaniyê belav bû ji aliyê du kesan ve rastî êrîşa bi kêran hat. Rêvebera Rêxistina Bajêr a Enqere Gulan Çagin Kalelî têkildarî êrîşê da xuyakirin ku kesek di dest de kêr, ket nav girseyê û got ku ew leşker e ma hûn kê diparêzin. Kalelî her wiha anî ziman ku hin êrîşkarên ku ji aliyê HDK’yiyan ve ji qadê hatine dûr xistin hene û wiha berdewam kir: “Yê êrîşkar paşê çû cem polîsên trafîkê yê li Qada Kizilayê û 20 deqîqeyan li wir ma. Wê kêliyê em bi hevalan re derbasî aliyê din ê rê bûn. Ew kesê ku tîşortê zer li ser û li cem polîsan rawestiyabû hevalê me yê bi navê Îsmaîl Çelebî nîşanî polîsan da. Û wî êrîşkarî li cem lambayên trafîkê bi kêran êrîşî hevalê me kir. Dema hevalên me yê êrîşkar dûr dikirin polîsên li wir diman temaşe dikirin. Piştî yê êrîşkar dûr ket polîsan sê gule berdan hewayê.”
Îsmaîl Çelebî yê ji ling, qirik, zik û pişta xwe birîndar bû rakirin, Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê.
Her wiha di dema êrîşan de kesên li derdor bertek nîşanî polîsan dan û gotin “Çima hûn mudaxele nakin?”