Li dijî girtiyên ku têlên li ber pacê vekirine doz hate vekirin

Li dijî girtiyên li Sîncanê bi hinceta ku têlên li ber pacê vekirine ku bêhnvedana mirov asteng dike doz hate vekirin.

Der barê 21 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Sîncanê de bi hinceta têlê li ber pacê yên hucreya ku lê dimînin vekirine doz hate vekirin.

Girtiyên ku di hucreyên yekkesî de tên ragirtin, gelek caran ji bo rakirina têlên ku jê re tê gotin qefes serî li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê dabûn.

Girtiyên ku der barê wan de îdianame hatiye amadekirin ev in: “Şerafettîn Demîr, Eşref Işik, Hasan Aşkin, Hasan Umut Ozer, Aziz Aktaş, Hakim Sungur, Fesih Taş, Abîdîn Kahraman, Ozgur Çelîk, Çetîn Çekiç, Ferhat Musa, Kinyas Atîma, Abdurrahim Akalp, Murat Kaçar, Şadî Muhammed, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Fîkret Bîçen, Mehmet Akyuz, Nûrî Vural û Osman Yalavuz.”