Li dijî girtiyê nexweş êşkenceya ‘du kelepçeyan’!

Ji ber ferzkirina pêkanîna du kelepçeyan a li Girtîgeha No 9 a Silivriyê girtiyên nexweş nayên tedawî kirin.

Binpêkirinên mafan, êşkence û pêkanînên keyfî yên ku li Girtîgeha No 9 a Silivriyê derket holê ku ji ber ferzkirina du kelepçeyan mafên tedawîkirina girtiyên nexweş tê astengkirin. Girtiyê siyasî Mehmet Yücetepe name şand û got ev çend meh in girtî ji ber ferzkirina du kelepçeyan nayên tedawî kirin. Yücetepe diyar kir ku tevî kelepçeya li destê wan kelepçeyek din a bi leşkeran ve girêdidin, li ser wan ferz dikin û ji ber ku vê pêkanîna dij mirovahiyê qebûl nakin nayên tedawî kirin.

DOKTOR DIBÊJE ‘YA KELEPÇE YAN JÎ MIRIN’

Yücetepe diyar kir ku herî dawî girtiyê nexweş Ömer Lütfü Zeren ku metirsiya mirinê li ser heye ji ber vê ferzkirinê nehatiye tedawî kirin û doktorê Nexweşxaneya Kampus a Siliviriyê ku aligirê van pêkanînên keyfî ye ji Zeren re wiha gotiye; “Eger tu kelepçeyê qebûl nekî tê bimirî”.  Yücetepe ev tişt jî gotin; “Doktorê ku divê meseleya kelepçeyê çareser bike û nexweş tedawî bike dibêje ‘yan kelepçe yan jî mirin’. Ji ber vê sedemê jî gelek hevalên me nayên tedawîkirin. Tevî du kelepçeyan jî pirsgirêka mûayîneya kelepçeyê jî didome. Me bi kelepçeyan nîşanî doktor didin. Jenderme dibêje doktor bibêje derxe ezê derxim. Doktor jî dibêje leşker çi bibêje ew e. Lê belê bêyî kelepçe mûayînekirin mafek e, doktor jî sûc dike.”

Yücetepe diyar kir ku gelek caran gilî kirine lê ti encam bidest nexistine û di rewşa heyî de girtiyên nexweş yên ku nayên tedawîkirin her ku diçe nexweşiya wan giran dibe.

‘EM DEV JI MAFÊN XWE BERNADIN’

Yücetepe diyar kir ku gelek mafên wan hatine desteserkirin  û herî dawî wiha  got; “Em ti caran dev ji mafên xwe yên ku bi bedelên mezin me bi dest ve anîna bernadin. Bi çi rengî jî be em ê destkeftiyên xwe biparêzin.’’