Li dijî fûhîşê molotof avêtin Zanîngeha Colemêrgê

Li dijî fûhîşê molotof avêtin Zanîngeha Colemêrgê

Li dijî pêkanînên fihûş, tiryak û destdirêjiyê komek ciwanê rûpoş li Zanîngeha Çukurovayê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de molotof avêtin Rektoriya Zanîngeha Colemêrgê.


Zanîngeha Colemêrgê di demê dawî de bi pêkanînên fihûş, destdirêjî û tiryakê dikeve rojevê. Komek ciwanên ku serê xwe rûpoş kirin, li dijî pêkanînên fihûq û destdirêjiyê li hemberî Rektoriya Zanîngeha Colemêrgê çalakî pêk anîn. Komek ciwanên ku ser û ruyê xwe girtin bi molotofan çalakî pêk anîn. Koma ciwanan li taxa Pehlivanê li dijî Rektoriyê çalakî pêk anîn û molotof avêtin avahiya Rektoriyê. Di çalakiyê de şewat derket û bankaya taybet zerar dît. Yekîneyên agirkujê ku bi lezgîn hatin cihê bûyerê, mudaxale kirin û şewat vemirandin. Koma ciwanan jî piştî çalakiyê ji cihê bûyerê dûr ketin. Komê li ser dîwarê Rektoriyê nivîsa "PKK" û "Ji Fihûxê re na" nivîsandin. Yekîneyên polîsan ku hatin cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.