Li dijî fihûş û tiryakê çalakî pêk hatin
Li dijî fihûş û tiryakê çalakî pêk hatin
Li dijî fihûş û tiryakê çalakî pêk hatin
Li Amed, Farqîn û Bismilê bi hezaran welatî li dijî zêdebûna tiryak, fihûş û diziyê meşên girseyî pêk anîn û gotin "Ji fihûşê re êdî bes e".
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), li diji tiryak, fihûş, dizî, bendav, avakirina qereqolan li Amed, Farqîn û Bismilê bi tevlêbûna hezaran meşên giresyî pêk anîn. Li navçeya Farqînê ya Amedê bi tevlêbûna Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Hevserokê BDP'ê yê Farqînê Kerem Canpolat, endam û rêveberên BDP'e yên Farqîn û bajaroka Bayrambaşi, Şaredar û endamên meclisa Şaredariya Farqînê, endamên meclisa BDP'ê jî di navde piraniya wan jin bi sedan kes meşiyan. Bi sedan kesên ku li ber Navenda Jinê ya MEYA li hev kom bûn, pankarta "Ji bo rojên me yên serbixwe û tije hurmet, hezkirin û dilgerî, rê nadin tiryak, fihûş, tacîz û wêrankirinê", "Ji pişaftina civakî re na", "Ji tundî û tecawizê re na", "Farqîn ranezê li sebiyê xwe xwedî derkeve", "Li Kurdistanê ji tecawizê re rê tune" vekirin û dowîz bilind kirin. Girse piştre heta kolana Amedê meşiyan. Piştî meşê Rêveberê BDP'e yê Farqinê Ercan Aşici, daxuyanî da û diyar kir ku ew dê li dijî moderniteya kapitalist, nirxên xwe yên manevî û maddî biparêzin û destûr nadin wêrankirin û talankirinê.
Li navçeya Bismila Amedê jî bi heman armancê endamên YDG-H'ê meşek girseyî pêk anîn. Girseya ku li ber avahiya BDPê ya Bismilê kom bûn, li gel endam û rêveberên BDP'ê ya Bismilê Hevseroka BDP'ê ya Bismilê Gurbet Yalçinkaya, Şaredara Bismilê Cemile Emînoglu, endamên meclisa şaredariyê jî di navde gelek walatî amade bûn. Girsê di meşê de pankarta "Ji metîngerî, fihûş, tiryak, dizî, nelirêtî, sîxurî û bişaftinê re rê tune", "Ji fihûşê re edî bes e" vekirin û meş pêk anîn. Girse heta avahiya Şaredariya Bismilê meşiyan û di meşê de bê navber siloganen "Bismil ranezê û li ciwan û pêşeroja xwe xwedî derkeve" berz kirin. Li ser navê girsê rêveberê BDP'ê Yemlîhan Erdem, daxuyanî da û diyar kir ku ciwan hêz û bingeha civakê ye û dixwaze bi bişaftina ciwanan bingeha civakê hilweşîne. Erdem, da zanîn ku ew destûr nadin vê yekê û dê li pêşeroja xwe xwedî derkevin. Girse piştî daxuyaniyê dîsa heta avahiya BDP'ê meşiyan û dawî li çalakiyê anîn.
Meclisa Ciwanan a BDP'ê jî bi heman armancê li dijî fihûş, tiryak û bişaftinê meek girseyî pêk anîn. Rêveberên BDP'ê yên Amedê, rêveberên BDP'e yên Rezan jî di navde bi sedan welatî ji Parka Korhati li hev kom bûn û bi pankarta "Ji sîxuriyê, bişaftinê, fihûş û tiryakê re bes e", "Bila tiryak we tune neke, hûn tiryakê tune bikin" û "Ji tiryakê re na" vekirin û meş pêk anîn. Girseya ku heta taxa Kaynartepe meşiyan bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" û "Dîsa dîsa serhildan Serokéme Ocalan" berz kirin. Girse li vir ji bo kesên di têkoşîna aşti û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dabûn rêz girtin. Endamê Meclisa jiwanên BDP'ê Berav Yilmaz, diyar kir ku dewleta nikare bi tevgera azadiya kurdan mudaxaleyî ciwanan dike û xwest hemû ciwan li hemberî van polîtikayan hişyar bin û li nirxên xwe xwedî derkevin. Yilmaz, anî ziman ku polîsan Ozgur Arda, Murat Îzol û gelek ciwanên kurd kuştin û niha jî ciwanan bi riya tiryakê dixwaze be hêz û vîn bihêlin.