Li dijî fermandarê Talîbanê êrîşa xwekujî: 12 mirî

Li dijî fermandarê Talîbanê êrîşa xwekujî: 12 mirî

Li herêma Hangû ya Pakîstanê, li dijî biryargeha yek ji fermandarên Talîbana Pakîstanê Mola Nabî Hanefî êrîşeke xwekujî hat lidarxistin û di encamê de 12 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin bidexistin, îro danê sibê li bajarok Spîn Tall ê herêma Hangû ya Pakîstanê, li dijî biryargeha yek ji fermandarên Talîbana Pakîstanê Molla Nabî Hafenî êrîşeke xwekujî hat lidarxistin.

Hat ragihandin, êrîşkarên bi wesayîteke bombebarkirî ketin hundirê biryargehê, bi parêzvanên Hanefî re pevçûn û dûre teqemeniyên di wesayîtê de teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Nayê zanîn ka Molla Hanefî ji bûyerê filitiye yan na.

Herêma mijara gotinê weke qeleha Talîbana Pakîstanê û El Qaîdeyê tê binavkirin.