‘Li dijî Erdogan li Berlînê alaya xwe rake’

Bi mebesta şermezarkirina hikûmeta federal a Elman ku desteka çekê dide dewleta Tirk a ku êrîşan tîne ser Efînê û komkujiyan dike, ji bo meşa girseyî bi hezaran kes li Berlînê civiyan.

Rojnameya Junge Welt ku destekê dide meşê bi manşêta, ‘Li dijî Erdogan alaya xwe rake’ derket.

Di van rojan de ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser Efrînê zêde kirine li Elmanya mirovên zanyar, hunermend, hiqûqnas, nûnerên partî, sendîkayan hatibûn cem hev û Hevalbendiya Demokrasî û Aştiyê ya Efrînê çêkiribûn. Insîyatîfê xwest ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bilez kêferat were kirin, çalakiya xwe ya pêşî ya girseyî îro li paytext Berlînê dike.

Ji bo meşa ku bi banga Hevalbendiya Demokrasî û Aştiyê ya Efrînê ji şevê dî ve ji gelek navendê Elmanya gelek aştîxwaz, dijberên şer, antîfaşîst, Kurdistanî û dostên wan bi otobos, trên û wesayitên taybet ber bi Berlînê ve çûn.

Çalakvan ji sibehê ve li meydana navend a Berlînê Alexenderplatzê hatin cem hev. Meş saet 12.00’an wji Neptunbrûnnenê wê bi pêşengiya jinan dest pê bike.

Ji bo xwepêşandanê ku di serî de NAV-DEM ya Elmanya û gelek saziyên Kurd destekê didinê, ji sibehê ve gelek hesabên medyaya sosyal banga tevlêbûna li çalakiyê dikin.

Polîsên Berlînê jî ji ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê got ji ber ewlehiya çalakiyê xeta tramvayê ya Berlîn Mîtteyê dibe ku berêvarî hinekî giran bibe.

DESTEKA BI ALAYA YPG’Ê YA JI BO MEŞÊ

Ji bo desteka li berxwedana Efrînê tê payin ku bi sedan alayên YPG/YPJ’ê werin hildan, beriya meşê yek ji rojnameya rojane ya Elmanyê Junge Welet ji rûpela xwe ya pêşî bi manşêta ‘Li dijî Erdogan alaya xwe rake’ alaya YPG’ê weşand.

Junge Welet ji bo meşa îro bang li xwendekarên xwe kir ku tevlî meşê bibin, siyaseta krîmînîlazîkirinê ya dewleta Elman a li ser sembolên Kurdan şermezar kir, xwest ku her kes îro alaya YPG’ê hilde.

Meş wê nêzî  heta bi meclîsa federal Brandenbûrg Torê berdewam bike, di meşê de tê payin ku nûnerên  partî, sendîka  û civakên sivîl biaxivin. Partiya Çepgir, hin rêxistinên Partiya Keskan û her wiha baskên ciwanan ê SPD’ê, şîrikê hikûmetê Jusos jî destekê dide.