Li dijî dibistaneke li Nîjeryayê êrîşa bombeyî: 47 mirî, 79 birîndar
Li dijî dibistaneke li Nîjeryayê êrîşa bombeyî: 47 mirî, 79 birîndar
Li dijî dibistaneke li Nîjeryayê êrîşa bombeyî: 47 mirî, 79 birîndar
Li bakurrojhilatê Nîjeryayê di encama êrîşeke xwekujî ya li hemberî dibistaneke navîn de herî kêm 47 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan, 79 xwendekar birîndar bûn.
Li bakurrojhilatê Nîjeryayê, li hemberî dibistanekê êrîşê xwekujî rû da. Êrîş di dema civîna serê sibê ya xwendekaran a her rojên Duşemê tê lidarxistin, pêk hat. Di encama êrîşê de 47 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan, 79 xwendekar jî birîndar bûn.
Êrîş li bajarê Potiskum ê eyaleta Yobe pêk hat û mamosteyekî nexwest nasnameya xwe aşekra bike got, "Xwendekar ji bo civîna sibehê hatibûn cem hev. Di wê kêliyê de dengê teqînê hat bihîstin."
Hat ragihandin ku piraniya qurbaniyên teqînê rakirine nexweşxaneyeke 100 metre dûrî dibistanê.
Rayedarekî nexweşxaneyê piştrast kir ku bi dehan xwendekar anîne dibistanê û got, "Hînê qurbaniyên vê teqînê tînin nexweşxaneya me. Em destpêkê hewl didin birîndaran rizgar bikin, me dest bi tespîtkirina hejmara miriyan nekirine."
Berpirsyariya teqînê hînê kesî negirtiye ser milê xwe.