Li dijî cehaleta AKP’ê li eniya HDP’ê ye

Endamê Desteya Kongreya Îslama Demokratîk Muslum Sadioglu: Divê em nehêlin ku AKP li ser navê dîn mirovan bikuje. Heke îro em nerabin ser piyan, sibe ev fersend wê bi dest nekeve.

Ahmet Muslum Sadioglu ku li Mûşê melatî dikir bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan (BHQ) ji kar hate avêtin. Endamê Desteya Kongreya Demokratîk û Serokê Dîndarên Mûşê Sagioglu li ser êrîşên dewleta Tirk xwe li Elmanya digire.

‘BAWERMENDÎ NASKIRINA HIQÛQÊ YE’

Sadioglu ku li bajarê Hanau ya eyaleta Hessenê ya Elmanyayê li mizgeftekê melatiyê dike got AKP û Erdogan li Rojhilata Navîn li ser navê Îslamê mirovan dikujin û domand, ‘’Li ser navê dîn hiqûqa mirovan tine tê hesibandin. Li ser navê dîn azadiya mirovan tê tinekirin. Ên ku ne azad in dînê wan jî tine. Ên ku xwe nas nakin nikarin hiqûqa mirovan nas bikin. Çi kesê ku dibêje, ‘ez mirov im divê hiqûqa mirovan nas bike. Divê pêşî em bikaribin bibin mirov û piştre bawermend.’’

LI DIJÎ CEHALETÊ REFÊ XWE BIGIRIN!

Mele Muslum Sadiogluwiha îşaret bi wê yekê kir ku qirrkirina heyî bi destê Erdogan dibe, “Zimanê Kurdan hat înkarkirin û bajarên wan hatin dagirkirin. Li jêrzemînên Cizîrê mirov bi saxî hatin şewitandin. Cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li erdê hat hiştin. Bi wan mirovên xwedî wijdan, divê em dawiyê li wê yekê bînin ku AKP li ser navê dîn mirovan bikuje. Heger em îro ranebin ser piyan, sibe firsendeke bi vî rengî wê bi dest nekeve.

Ji bo me hemûyan ferz em dawiyê li vê cehaletê bînin. Ji ber ku hîna doh îmamên faşîst fitû derxistin ji bo dagirkirina Efrînê. Lê ya rastî ew e ku, li wan mizgeftan ku fitûyan derdixin di ser mirina mirovan re, nimêj nayê kirin. Li van mizgeftan ne tiştên Xweda dixwaze, lê yên ku desthilatdar dixwazin tên peyivîn.”

‘HÊVÎ DIKIM CEMAETA ME DENG BIDE HDP’

Muslum Sadıoglu, bang li mirovên dîndar jî kir da ku dengê xwe nedin AKP´ê, û got, “Kesê ku bibêje ez Misilman im, divê bi gotinên vê hikûmetê nexape. Van li ser navê dîn, li jêrzemînên mizgeftan endamên El Nusra, El Qaîde perwerde kirin. Hikûmeta AKP´ê ev kir. Ez hêvî dikim cemaeta me bi vî rengî destekek xurt bide HDP´ê. HDP û Selahattin Demirtaş wijdan û îmana gelê Kurd e. Sedem ew e ku HDP mazlûm e. Ew heq û hiqûa mirovan diparêze. Kî îmanê bi Quran û pêxember tîne, divê li cem mezlûman be.”

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA